Li Dêrsimê pîrozbahiya Newrozê bi meşê dest pê kir
- Rojane
- |
- 19 Adar 2023 12:31
- |
DÊRSIM - Li Dêrsimê coşa Newrozê bi meşê dest pê kir. Gel bi berzkirina dirûşmeyan diçe Qada Newrozê.
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk ve li Qada Seyîd Riza bi dirûşmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.
Gel li Kolana Hunerê ya Dêrsimê kom bû û ber bi Qada Newrozê vê dest bi meşê kir. Di meşê de pankarta li ser "Li dijî zilmê dagirkerî, bêedaletî, qedexe û bişaftinan bijî Newroz" nivisîbû hat hildan.