Hejmara kesên ku di erdhejan de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 49 hezar û 589'an
- Rojane
- |
- 18 Adar 2023 21:21
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat daxuyandin ku hejmara kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 49 hezar û 589'an.
Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay li Navenda Giştî ya AFAD'ê daxuyanî da. Oktay daxuyand ku hejmara kesên di erdhejên Mereşê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 49 hezar û 589'an û got ku ji van kesan 6 hezar û 807 jê biyanî ne.
Her wiha Oktay diyar kir ku li herêma erdhejê heya niha 345 hezar û 97 kes ji bo bikaranîna dengan navnîşana xwe guherandiye.