Ji Koalîsyona Navneteweyî sersaxî ji bo QSD'ê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Koalîsyona Navneteweyî, ji ber 9 şervanên QSD'ê yên di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan, peyama sersaxiyê weşandin. 
 
Fermandariya Operasyonên Taybet ên Hevpar a Koalîsyona Navneteweyî, ji ber 9 şervanên QSD'ê yên di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan, peyama sersaxiyê weşandin. 
 
Di peyamê de wiha hat gotin: "Serê malbatên lehengên ku di qezaya helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane û şirîkê me QSD'ê sax be. Em vê êşa bargiran a malbatên şehîdan, hezkiriyên wan û hevrêyên wan his dikin. Ji ber fedekariyên xwe yên ji bo xizmeta welêt, xebatên xwe yên ji bo ewlehî û istiqrara Sûriyeyê dê neyên jibîrkirin."