Dê rojnameger Bayram bibin Enqereyê

Parve bike:
MÊRSÎN - Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram li Mêrsînê hate binçavkirin û dê bibin Enqereyê. 
 
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram ku li gel 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, şevê din li navenda Mêrsînê hate binçavkirin. Bayram niha li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê tê ragirtin û dê di nava rojê de derbasî Enqereyê bê kirin.