Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, yek jî birîndar bû

Parve bike:
ŞIRNEX - Li devera Sakalan a Cizîrê qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. 
 
Di saetên serê sibehê de li devera Sakalan a navçeya Cizîr a Şirnexê qezaya trafîkê çêbû. Hat zanîn ku ajokarê tankerê kontrola dîreksiyonê winda kir û tanker ji pirê gêrbû xwarê. Ajokar li cihê qezayê jiyana xwe ji dest da û ajokarê cîgir jî birîndar bû. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê qezayê, welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. 
 
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.