Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê lehî rabû. Gelek dikan û xanî di bin avê de man.
 
Îro danê nîvro li Şengalê zêde baran bariya. Bi baranê re lehî rabû. Ji ber lehiyê gelek xanî û dikan di bin avê de man. 
 
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ 
 
Ji ber barîna zêde ya baranê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lehî rabû. Di lehiyê de pira El Şahir hilweşiya û rêya di navbera Reqa û Dêrazorê de bû du şeq. 
 
Pira El Şahir 35 kîlometera ji navenda bajêr dûr e. Di navbera bajarokên El Cidîdat û El Ehwes ên herêma El Keramê ya rojhilatê Reqayê de ye û li ser rêya di navbera Reqa û Dêrazorê de ye.
 
Şaredariyên Gel ên bajarokên Cedîdat û El Ehwesê hewl didin ku bi lez tevdîran bigirin da ku rêyeke din peyda bikin heta ku pir bê sererastkirin.