Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin

Parve bike:
STENBOL - Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Çelîk ji bo îfadeyê çû Qereqola Ferîkoyê û hate binçavkirin. 
 
Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, hate binçavkirin. Çelîk, ji bo îfadeyê çû Qereqola Ferîkoyê û bi hinceta ku di çarçoveya lêpirsîneke cuda de biryara girtinê heye, hate binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku dê Çelîk li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê îfadeyê bide dozgeriyê.