Li Îzmîrê HDP’î û Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin

Parve bike:
ÎZMÎR - Di serdegirtinên malan de rêveberên HDP’ê û Dayikên Aştiyê di nav de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin. 
 
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin. Hate hînbûn ku heta niha herî kêm 13 kes hatine binçavkirin. Hate diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin piştî kontrolên tenduristiyê birin Miduriyeta Polîsan a Çankayayê.
 
Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmîrê Mahsûn Koç, endamê Meclîsa HDP'ê Mehmet Sabrî Gul, rêvebera HDP'ê Hediye Korkût, Edîbe Sîncar, Gulîzar Dag, Nufusa Ataç, Famîle Ari, Elfedîn Kol û Dayikên Aştiyê Sûltan Yagmekan, Hanîfe Gumuş, Ayten Gulmez, Zeynep Çelîk, Fatma Surme (malbata girtiyan).”