Li Rojava agirê Newrozê yê ewil hat vêxistin
- Rojane
- |
- 12 Adar 2023 22:56
- |
QAMIŞLO - Li Qamişloyê agirê Newrozê hat vêxistin û govend hat gerandin.
Li bajarê Qamişloyê agirê yekemîn ê Newroza îsal hat vêxistin. Meşelaya Newrozê li pêşiya komîngeha Şehîd Adil Lewend a li Taxa Kornîş ji aliyê dayika gerîlayê HPGʹê Şehîd Adil Lewend, Terfa Mûsa ve hat vêxistin.
Bi dehan şêniyên taxê li derdora agir govend gerand.