Parlementerê HDP'ê yê berê Bînîcî hat girtin

Parve bike:
 
 
ENQERE - Parlementerê HDP'ê yê berê Îbrahîm Bînîcî hat girtin.
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê yê berê Îbrahîm Bînîcî hat girtin. Bînîcî li mala xwe hat binçavkirin û polîsan ew bir Midûriyeta Polîsan a Çankayayê. Bînîcî piştî îfadeya li vir hat girtin û ew birin Girtîgeha Sîncanê.
 
Ji ber axaftineke wî ya di sala 2013'an de ya li Wêranşara Rihayê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Rihayê sal û 8 meh ceza li Bînîcî birîbû. Dadgeha Bilind cezayê li Bînîcî hatibû birîn, pesend kir. Piştî biryara Dadgeha Bilind, Bînîcî hat girtin.