Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir

Parve bike:

AMED - Hunermendê kurd Kasim Taşdogan klîbek ku talankirina salên dawî radixe ber çavan amade kir û bi guhdar û bînerên xwe re parve kir. 

 
Hunermend Kasim Taşdogan klîbek ku bala her kesî bide ser xwe amade kir. Taşdogan ê ev demek bû li ser klîba strana “Mîrate” dixebitî bi dawî kir û weşand. Taşdogan di gotinên stranê û dîmenên di klîbê pevxistiye bale dikişîne ser talankirina mîrateyên kurdan. 
 
TALANKIRINA HESKÎFÊ Û HILWEŞANDINA PEYKERAN
 
Di klîbê de ji dîmenên talankirina bajarê dîrokî û qedîm Heskîfê bigire heta peykerên rewşenbîr û zarokên kurdan ên ji aliyê dewletê ve hatine kuştin û ku ji aliyê qeyûman ve hatine hilweşandin tên nîşandan. Bi taybetî di klîbê de cih daye hilweşandina peykerê 34 qurbaniyên Roboskiyê ya li Amedê. 
 
TALANKIRINA DARÊN ZEYTÛNAN 
 
Her wiha di klîbê de bale kişandiye ser hilweşdaninên cihê dîrokî û peykeran ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibûn. Di klîbê de dizî û talankirina darê zeytûnên Efrînê jî hatiye nîşandan. 
 
Di klîbê de dîmenên birîna darên li herêma Botanê jî hatiye nîşandan. 
 
Gotinên stranê wiha ne: 
 
“Mîrate 
 
Koka dara şîn
Ji binve  nayê birrîn
Bê giyan û bê hilm hîştin 
Bihara me dizîn
 
Hebûna te zor û tade
Mayina te ne ma zêde
Mîrateya te ya rizî
Tenê talan tenê dizî
 
Ne xezeb û ne nifiran
Nakim li we mêtîngeran
Ka goh bidin vê hewarê
Ava bikin qesra starê”