Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir

Parve bike:
ENQERE - Di Doza JÎTEM'ê de, meqama îdiayê doza beraeta bersûcan kir û ji bo parêzera li hemberî mutalaayê parastinê bikin, danişînê taloq kir. 
 
Danişîna 5'an a doza "JÎTEM"ê ku di navbera 1993-1996'an Midûrê Nisûfê yê Altindagê Abdulmecît Baskin jî di nav de 19 kes hatibûn qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ay Enqereyê hat lidarxistin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê Şevîn Kaya, Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Şaxa Enqereyê Mûrat Yilmaz û nûnerên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) tevlî danişînê bûn.
 
Di danişînê de ewilî meqama îdiayê axivî. Meqama îdiayê mutalaaya xwe pêşkeş kir û doza beraeta bersûcan kir. 
 
Paşê parêzer li ber vê rabûn û gotin ku biryareke bi vî rengî dê ne adil be û bal kişandin ser polîtîkayên bêcezatiyê. 
 
Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo komkirina delîlan red kir û ji bo parêzer li hemberî mutalaayê parastinê bikin, danişînê taloqî 28'ê Gulanê kir.