PFDK'ê ceza li Bûrsasporê birî

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN – PFDK'ê ji ber êrişên nijadperest ên di maça Amedsporê de, cezayê 9 maç bêalîgir li Bûrsasporê birî. 
 
Desteya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel (PFDK)  ji ber êrişên nijadperest ên di maça Amedsporê de, cezayê 9 maç bêalîgir û 326 hezar TL cezayê pereyî li Bûrsasporê birî.
 
Her wiha li peywirdarên Bûrsasporê Aşkin Degîrmencî û Aybars Turkanê jî ji ber êrişên wan ên li hemberî lîstikvanê Amedsporê 90 roj cezayö "mehrûmkirina ji mafan" hat birîn.