Derhênerê kurd Samereî hat binçavkirin
- Cîhan
- |
- 8 Adar 2023 16:55
- |
WAN - Derhênerê kurd û nivîskar Sadik Samereî di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Derhênerê kurd û nivîskar Sadik Samerî li bajarê Kirmaşan ê rojhilatê Kurdistanê di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin. Nehat zanîn bê ka Samereî bi kîjan sedemê hatiye binçavkirin. Samereî mijarên weke ol û çandê yên Kurdistanê dike mijara fîlmên xwe û “Şahmaran” û “Banmelî” jî di nav de bi giştî derhêneriya 4 belgefîlman kiriye.