Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper jiyana xwe ji dest da

Parve bike:
MEREŞ - Hevserokê HDP’a Bazarcixê Erdal Îper di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. 
 
Hevserokê Rêxistina Partina Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bazarcix a Mereşê Erdal Îper di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Îper, di saetên serê sibehê de li mezraya Torolar ê gundê Kizirliyê krîza dil derbas kir. Îpter, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazarcixê lê tevî hemû hewldanan jî nehat xelaskirin. 
 
Cenazeyê Îper dê piştî kar û baran were definkirin.