Li ser rêya Şirnex-Nisêbînê qeza: 8 kes birîndar bûn

Parve bike:
ŞIRNEX - Li ser rêya Şirnx-Nisêbînê qeza çêbû. Di qezayê de 8 kes birîndar bûn. 
 
Li ser rêya Şirnex-Nisêbînê wesayîta gundê Dopînçê yê Hezexê û wesayiteke din de li hev ketin. Hat ragihandin ku di qezayê de 8 kes birîndar bûne û ji wan ên rewşa wan giran sewqî nexweşxaneyên derdorê hatine kirin. 
 
Gelek ambulans û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di qezayê de xesareke mezin li wesayîtan çêbû. Ji bo demekê rê li ber çûnhatinê hat girtin.