Rêhesin parçe parçe ye: Trêna bar ev meheke disekine

Parve bike:
MELETÎ - Di encama erdheja Mereşê de li Taxa Kapidere ya Wêranşarê kevirên mezin ji çiyê ketin ser rêya trênê û nema dikare êdî bê bikaranîn. Trêneke bar, ev 28 roj in li ser rêhesinê hatiye sekinandin. 
 
Ji ber erdhejê, li Taxa Kapidere ya navçeya Wêranşar a Meletiyê kevirên mezin ji çiyê ketin xwarê û xisareke mezin gihand rêya trênê. Ji ber xesarê, trên nema dikarin rê bi kar bînin. Ji ber keviran, korên mezin li rêya bejahî çêbûne, gelek dever tebiqîne û rê gelemperî xerab kirine. Heta cihekî dirêj jî rayên trênan hatine parçekirin. 
 
RAY NEMA DIKARIN BÊN BIKARANÎN 
 
Li Taxa Kapidere ku di navbera navçeya Nûrdagi ya Mereşê û navçeya Sergolan a Semsûrê de dimîne, ji ber kevirên ji çiyê ketine ser rêya trênê, trêneke bar ev 28 roj in li cihê xwe disekine û terka wê hatiye kirin. 
 
Trêna bar ku ji Xarpêt, Meletî û navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê barê xwe dibe bendergehên Îskenderûn û Mêrsînê, bi vagonên tije li cihê xwe disekine. 
 
MA / Sedat Yilmaz