Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
- Cîhan
- |
- 4 Adar 2023 16:21
- |
WAN - Helbestvan û aktivîst Sara Motaghî ya li Îranê hatibû binçavkirin, bi îdiaya “heqaret li nirxên îslamî” kirine hate girtin.
Li Îranê serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin berdewam dikin. Helbestvan û aktivîst Sara Motaghî li Îranê bi îdiaya “heqaret li nirxên îslamê” kirine beriya du rojan hate binçavkirin. Motaghî piştî binçavkirina du rojan hate girtin û şandin Girtîgeha Lakan.