Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gundên rojhilatê Kobanê topbaran kir. Di encamê topbaranê de gelek welatî birîndar bûn.
 
Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbas kiriye, dewleta tirk bi guleyên obûsan gundên Kûltep û Bexdikê yên li rojhilatê Kobanê topbaran kiriye û di encama topbaranê de gelek welatî birîndar bûne. 
 
Tê gotin ku xesareke mezin gihîştine malên gundiyan û hê jî topbaran didome.