Hejmara qurbaniyên erdhejê ji 45 hezaran derbas bû

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê aşkere kir ku hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 45 hezar û 89’an.  
 
Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afetê (AFAD) aşkere kir ku hejmara kesên di erdhejên li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kir de gihiştiye 45 hezar û 89’an. AFAD’ê ragihand ku ji herêmên erdhejê Milyonek 971 hezar û 589 kes hatine tahliyekirin.