Balafireke bê mirov li Şengalê wesayîtek bombe kir
- Rojane
- |
- 27 Sibat 2023 13:03
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirek biçek û bêmirov nêzî gundê Behrava yê Şengalê wesayîtek bombe kir, di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê Balafireke biçek û bêmirov (SÎHA) nêzî gundê Behrava yê Şengalê wesayîtek bombe kir. Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine di encama bombebaranê de 3 kesên di wesayîtê de birîndar bûne û sewqî nexweşxaneyên derdorê hatine kirin.