ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN

Parve bike:
 
* Nûnerê Odeya Endezyarên Înşaetan a Çewligê Emre Bûlşû li ser erdheja Çewligê ku qala muhtemeliya wê tê kirin axivî û diyar kir ku divê ji sedî 25’ê avahiyên nesaxlem werin nûkirin û Nûnerê heman odeyê yê Geverê Serhat Kotlûk jî bal kişand ser Bendava Dîlîmlî. 
 
* Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku di erdhejê de ji ber derengmayîna dewletê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û got: “Tu tevdîr nehatine girtin, hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir.”
 
* Şêniyên gundê Bîragenî ku di heman demê de gundê nivîskar Fîganî ku bi strana “Ax û Fîgan Dîlber” tê nasîn gotin: “Mîna ku Fîganî gotiye em jî êdî dibêjin Ax û Fîgan.” 
 
* Welatiyên kurdên elewî ku li taxa Cemal Gursel a Meletiyê dimînin diyar dikin ku ji bo rantê tê xwestin ku taxa wan bê valakirin. 
 
* Mexdûrên erdhejê yên li Elbistanê ku raporên kêmxesar dane malên wan dibêjin, “Heke kêmxesar be bila rayedar werin li van xaniyan rûnin.” 
 
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar daye destpêkirin wê di roja 707’an de berdewam bike. 
 
* Danişîna doza ku derbarê 3 kesên li Enqereyê êrişî Malacemê kiribûn de hatiye vekirin wê li 63’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê bê lidarxistin. (10.00) 
 
* Koordînasyona Erdhejê ya HDP’ê ya Îzmîrê wê têkildarî xebatên xwe yên li herêma erdhejê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
 
* Rêxistinên ciwanan li dijî perwerdehiya onlina ya li zanîngehan wê li Kuçuk Park a navçeya Bornova ya Îzmîrê daxuyaniyê bidin. (16.00)