Li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e
- Rojane
- |
- 26 Sibat 2023 23:29
- |
MELETÎ - Walîtiya Meletiyê daxuyand ku di erdhejê de 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e.
Walîtiya Meletiyê derbarê erdhejên ku navenda wê Mereş bûn de û bandorê li ser Meletiyê jî kir, agahî parve kir. Li gorî daxuyaniya walîtiyê; li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî hilweşiyan e, 23 hezar 968 avahî xesara giran dîtine, 2 hezar û 247 avahî nîvxesar hatine tespîtkirin. Walîtiyê diyar kir ku hejmara avahiyên ku lezgînî bên hilweşandin jî 372 avahî ne.