ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN

Parve bike:

* Botaniyan heya niha deriyên xwe ji hezar û 600 malbatên mexdûrên erdhejê re vekirine û ew li malên xwe bi cih kirine. Hevseroka HDP'ê ya Silopiyayê Asûman Kulter anî ziman ku gelê Botanê erka xwe ya civakî pêk tîne.

 
* Jinên mexdûrên erdhejê ku jiyana xwe wekî "berî mala min hilweşe û piştî mala min hilweşe" pênase dikin, bêyî amûrên paqijiyê bi dest wan bikeve karên nav malê dikin. 
 
* Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, bal kişand ser sedema sereke ya erdhejê û got: "Ger hûn hemû hêza xwe ji bo şer amade bikin, gava hûn bi karesatên wiha re rû bi rû bimînin hûn ê di bi bin bikevin." 
 
* Walîtiya Amedê bêyî ku guh li hişyariyên sazî û rêxistinên Amedê bike, bi israr dixwaze konbajarê ji bo mexdûrên erdhejê li qeraxa Çemê Dîcleyê bê çêkirin. Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mûrat Bîlgîç bertek nîşanî vê da û got: "Dixwazin mirovan ji civakê îzole bikin û ‘getto’yan ava bikin."
 
* Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar daye destpêkirin dê di roja 705 'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike. 
 
* Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 442'emîn de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (10.00)
 
* TJA, wê li Navenda Çand û Hunerê ya Dicleya li Amedê têkildarî 8’ê Adarê deklarasyonê bi raya giştî re parve bike. (11.00) ZINDΠ
 
*Dayikên Şemiyê di hefteya 935’emîn a çalakiya xwe de ji bo aqubeta windakiriyên xwe bipirsin û bixwazin faîl bên darizandin wê li ser înternetê daxuyaniyekê bidin. (12.00)
 
* Malbatên Windakiriyan û ÎHD wê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Êlihê bidomîne. (13.00)
 
* ÎHD, dê daxuyayiya çapemeniyê ku du hefte carekê li dar dixe û balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar bixe. (13.00)
 
* Komîsyona Girtîgehên Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê di hefteya 570’emîn a “Rûniştina F’yê” de li ber komeleya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)