Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şêxmeqsûdê wesayîtek teqiya û di encamê de kesek mir û du kes jî birîndar bûn. 
 
Li herêma Şiqeyêfê ya dikeve bakurê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê di wesayîtekê de teqîn çêbû. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); endamek Komîteya Aboriyê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bû.