Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
- Rojane
- |
- 24 Sibat 2023 16:29
- |
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket. Şewat piştî 5 seatan hate kontrolkirin.
Li Sîteya Organîze ya Pîşesaziyê navçeya Cizîrê ya Şirnexê di kargeha plastîkan de şewat derket. Gelek tîmên agirkujiyê û TOMA sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama şewatê de tu windahiyên canî çênebûn, lê hate ragihandin ku di kargehê de xisareke mezin çêbûye.