8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
- Rojane
- |
- 23 Sibat 2023 19:42
- |
NAVENDA NÛÇEYAN – Midûrê Giştî yê AFAD'ê Orhan Tatar, daxuyand ku piştî erdhejên Mereşê 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne.
Midûrê AFAD'ê Orhan Tatar, daxuyand ku piştî erdhejên Mereşê 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne. Tatar diyar kir ku ev qas erdhej ancax di 4 mehan de çêbibin, lê li Mereşê di 17 rojan de çêbûne.
Her wiha Tatar destnîşan kir ku navçeya Gurunê ya Sêwazê jî wekî herêma karesatê hatiye îlankirin.