Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir
- Rojane
- |
- 23 Sibat 2023 15:08
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê qadên Metîna û Çemçoyê 74 caran bombebaran kirin.
Tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistana Federe didomin. Dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî qadên Metîna û Çemçoyê yên Herêma Kurdistanê didomîne. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê ya li ser daxuyaniya HPG’ê daye: Dewleta tirk di 22’yê sibatê de Girê Ortê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî yên Metîna û nêzîkatiya gundê Sîda û herêma Çemço ya girêdayî bajaroka Şêladizê ya navçeya Amediyeyê bi obus, tank û çekên giran 74 caran bombebaran kiriye.