Li Defneyê li nav kavilên avahiya hilweşiyayî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin
- Rojane
- |
- 21 Sibat 2023 00:46
- |
HATAY - Li navenda erdhejê Defneyê li nav kavilên avahiyeke hilweşiyayî dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hat kirin.
Di erdhejên li navçeya Samndagi û navçeya Defneyê yên Hatayê çêbûn de, gelek avahî hilweşiyan. Li Taxa Haraparasi ya Defneyê xavahiyeke xesardîtî hilweşiya. Tê gotin ku di bin kavilên avahiyê de mirov hene. Li nav kavilên avahiyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin.
MA / Hamdûllah Kesen - Mujdat Can