Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn

Parve bike:
RIHA - Li Rihayê di kargehekê de ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû û gelek kes birîndar bûn. 
 
Li kargeheke di jêrzemîna avahiyekî li navçeya navendî ya Halîliye ya Rihayê de ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû. Teqînê bandoreke mezin li derdorê kir û gelek kes birîndar bûn. 
 
Komên tenduristî û agirkujiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin.