Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome

Parve bike:
HATAY - Ji bo tespîtkirina nasnameyên kesên di erdheja Îskenderûnê de jiyana xwe ji dest dane, li 7 goristanan kon hatin vedan û xebat didomin. 
 
Piştî bidawîkirina xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li navçeya Îskenderûn a Hatayê, xebatên rakirina kavilan hatin destpêkirin û ev xebat hêj berdewamin. Li gorî daneyên nefremî, li navçeyê zêdetirî 4 hezar kesan di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Ji bo tespîtkirina kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, li 7 goristanan kon hatin vedan. Cenaze, piştî kar û barê tespîtkirina nasnameyê, li 3 qadên Goristana Çankayayê tên definkirin. s