Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin

Parve bike:
MEREŞ - Li navçeya Afşînê ya Meletiyê her kêm 180 kesî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest da û li navenda navçeyê û gundan bi giştî 335 avahî hilweşiyan e. Avahiya şaredariya Afşînê jî hilweşiyaye. 7 muteahîd hatine girtin. Santrala Termîkê ya Afşîn-Elbistanê jî xesar dîtiye. 
 
Yek ji navçeyên Mereşê ku erdhejê tesîrek mezin lê kir jî Afşîn e. Li navenda navçeyê û gundên wê herî kêm 180 kes di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Li navenda navçeyê 90 avahî û bi gundan re jî bi giştî 335 avahî hilweşiyan e. Li gorî daneyên ne fermî di sê rojên ewil de 85 kes mirin e û piştre ev hejmar gihîştiye 180 kesî. Xebatên lêgerînê û rizgarkirinê 5 roj berê hat bidawîkirin û li navçeyê xebatên rakirina kavilan didome. Piştî erdhejê hefteyek şûnve kon hatin vedan û hê jî pirsgirêka av û ceyranê nehatiye çareserkirin. 
 
7 MUTEAHÎD HATIN GIRTIN 
 
Piştî erdhejê Serdozgeriya Komarê ya Afşînê li dijî muteahîdên avahiyan dest bi lêpirsînê kir û li gorî agahiyên hatin bidestxistin 7 muteahîd ji tawanbariya “Buye sedemê mirina biqisûr û birîndariyê” hatin girtin. Hat zanîn ku gelek avahî ji ber malzemeyên kêm û xeste bi kar anîne hilweşiyan e. Ji ber dijwariya erdhejê Santrala Termîkê ya Afşîn-Elbistanê jî xesarek mezin dîtiye û ji ber xesarê hatiye sekinandin. 
 
GELEK CENAZE LI GUNDAN HATINE VEŞARTIN 
 
Hat diyarkirin ku li herêmên bakurê navçeyê ji bilî axûr û malên kerpîç wek din hilweşîn çênebûye. Gelek kesên di bin kavilên li Afşînê û Elbistanê de jiyana xwe ji dest dan li gundên Afşînê hatin veşartin. Cenazeyê 7 kesên qurbaniyên erdhejê li herêma Kaşanli hatine veşartin û ji ber ku erdhejok çêdibin xelk bi fikar e ku bikeve malên xwe. Ji bilî alîkariya dilxwazan tu alîkarî negihîştiye herêmê û ji ber berfê gelek rê hê jî girtî ne. 
 
LI KAŞANLIYÊ 7 KESAN CANÊ XWE JI DEST DAYE 
 
Hatûn Berk têkildarî tiştên ku li herêma Kaşanliyê qewimîne agahî da û wiha got: “Heta niha gelek cenaze hatine gundên me. Ciwanek me winda bû. Herî dawî di bin kavilê avahiyekî de hat dîtin. Her wiha li gundêm e ji malbetekê du kes di bin kavil de jiyana xwe ji dest dan. Di roja 5’emîn a erdhejê de cenazeyê 5 kesan ji bin kavilan hat derxistin. Cîranek me heta roja 6’emîn jî di bin kavil de dengê wî dihat û paşê dengê wî qut bû û cenazeyê wî hat derxistin. Niha jî li navçeyê bi lez û bez kavil tên rakirin.” 
 
CILÊN LI XWE BIKE JÎ TUNE NE 
 
Sûltan Levandiz a ku ji bin kavilan xelas bûye jî wiha axivî: “Dema erdhej çêbû min bi zorê xwe rizgar kir. Her cihê laşê min birîndar bû. Şansê me revê nebû lê dîsa jî em rizgar bûn. Xwezûrê min li malê ma û ciwanek çû wî da pişta xwe û rizgar kir. Piştî erdhejê em hatin li gund bicih bûn. Lê cilên ku em ê li xwe bikin jî tune ne.” 
 
TENÊ ALÎKARIYA HDP’Ê ÇÛYE HERÊMA KAŞANLIYÊ 
 
Şêniyek din ê ji gundê Kaşanliyê anî ziman ku ji bilî alîkariya HDP’ê û rêxistinên sivîl tu alîkariyek din neçûye herêma wan û dewletê alîkarî nedaye wan û tîmên AFAD û Kizilayê jî neçûne gundên wan. 
 
MA / Adnan Bîlen