Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû

Parve bike:
HATAY - Li gundê Ermenceyê yê navçeya Altinozuyê ji ber erdhejê erd qelijî û koncalên çêbûn darên zeytûnan daqurtandin. 
 
Li gundê Ermenceyê yê navçeya Altinozuyê ya Hatayê, ji ber erdhejên li Mereşê çêbûn, texrîbateke mezin rû da. Li gund erd qelişî û koncalên 300 metre dirêj û 50 metre fireh çêbûn. 
 
Şêniyê gund Hasan elmacioglû anî ziman ku di dema teqînê de baxçeyên wan ên zeytûnan qelişîne û got: "Di dema teqînê de me ev der ferq nekir. Li cem me ev der qelişî, li baxçeyê pismamê min jî ku ripîrast bû, girek çêbû." 
 
MA / Mujdat Can