Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Dr. Nacî Gorur, diyar kir ku divê dest ji nîqaşên wê erdhej li ku çawa çêbibe bê berdan û wiha got: “Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin. 
 
Jeolog û pisporê erdhejê Prof. Dr. Nacî Gorur pirsên têkildarî nîqaşên erdhejê gelek caran tên pirsîn bersivandin. Gorur, da zanîn ku gelek pirs tên pirsîn û ne pêkane ku hemûyan yek bi yek bibersivîne û li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi çend xalan bersiva pirsan da. 
 
Agahiyên ku Gorur dane wiha ne: 
 
“Ez ê ji hin pirsan re bi komî bersiv bidim. Heta ku ji destê min bê ez ê bi awayekî were fêmkirin bersivan bidim. 
 
1- Dema ku li cihekî erdhejeke mezin çêbû, heta ku enerjiyeke têrker careke din berhev nebe erdhejeke mezin çênabe. 
 
2 - Piştî ku cihên em li bendê bûn li Herêma Fayê ya Bakurê Anatolyayê erdhejeke mezin çêbibe hate şikestin êdî wê demekî dirêj li wê herêmê erdhejên mezin çênebin. 
 
3 - Li ser Faya Rojhilatê Anatolyayê ku erdhejên îro lê rû dibin enerjî zedetir vala bû. Ji bilî hin herêman li vê herêmê erdhejên mezin çênabin.
 
4 - Li van herêmên fayê demekê wê parçeyên fayên di derdhejên mezin de nehatine şikestin, bişikên û herêm êdî bi vî rengî disekinin ku demeke dirêj aram bimînin. 
 
5- Ev tiştên ez dibêjim ji bo her du herêmên fayê yên herî girîng ên welatê me derbasdar in
 
6- Em dest nîqaşên fayê berdin, em dest ji wê erdhej li ku, çawa çêbibe û hwd. berdin. Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin. Em ji hemû siyasiyan bixwazin û bi rêyên qanûnî dengê xwe bidin bihîstin. Yekane rê ev e. Dîsa serê me sax be.”