Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn

Parve bike:
ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta Maksût Tepelî yê mamoste ku di binçavan de hat windakirin pirsî. 
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” ji hefteyan carek li dar dixe li ber Sumerbanka kevn a li Konaka Îzmîrê pêk anî. Rêveberên ÎHD’ê di çalakiyê de pankarta “Weinda wîjdan in, xwedî derkeve” û “Kujer diyar in winda li ku ne?” hatin hildan û li aqûbeta Makstû Tepelî (28) ê mamoste ku di 2’yê sibata 1984’an de li navçeya Ataşehîra Stenbolê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. 
 
Sekreterê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin destpêka axaftina xwe de ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî xwest û selamitiyê ji birîndaran xwest. 
 
39 SAL IN KUJER TÊN PARASTIN 
 
Aydin diyar kir ku ew vê hefteyê dosyeya 39 sal in bêceza hatiye hiştin bi raya giştî re parve dikin û 39 sal in kujerên winda Maksût tên parastin û gora wî nayê zanîn. 
 
BI AWAYEK BIRÎNDAR ÎŞKENCE LÊ HATIYE KIRIN 
 
Aydin serpêhatiya Maksût Tepelî parve kir û destnîşan kir ku Maksût Tepelî polîs ewilî li Tepelî didin û paşê wî dikin binçavan û bi awayekî birîndar îşkence lê tê kirin û tê windakirin. Aydin anî ziman ku ji roja Tepelî hatiye windakirin agahî jê nayê girtin û cihê gora wî jî nayê zanîn. Aydin da zanîn ku tevî hemû serlêdanên malbat û parêzer jî dosyeya dozê bi hêceta demboriyê bi biryara neşopandinê hatiye encamkirin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.