Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne

Parve bike:
AMED - Li Amedê ku bandor ji erdhejên Mereşê girt, hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne. Xebatên ji bo derxistina 8 welatiyan didomin. 
 
Li Amedê ji ber erdhejên Mereşê yên bi pileya 7,7 û 7,6'an, yek jê vala 7 avahî hilweşiyan. Di encama xebatan de ji 6 avahiyan gelek cenaze û bi hezaran birîndar hatin derxistin. 
 
Xebatên li nav kavilên avahiyên hilweşiyayî didome. Li 6 avahiyan xebatên li nav kavilan temam bûn, lê yên li nav kavilên Navenda Kar a Diyar Galerîayê hê jî didomin. 
 
Tê gotin ku hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne. Xizmên kesên di bin kavilan de li ber Diyar Galerîayê li benda derxistina xizmên xwe ne.