Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin

Parve bike:
AMED - Ji ber parvekirinên li ser medyaya sanal ên der barê erdhejê de ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin. 
 
Ji ber nûçeyên der barê erdhejê de û li ser medyaya sanal parvekirina van nûçeyan, di çarçoveya xala 217'an a Qanûna Sansurê de ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin.
 
Koçer, îro danê nîvro çû Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade da.