Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
- Rojane
- |
- 17 Sibat 2023 08:17
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - AFAD’ê aşkere kir ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derketiye 38 hezar û 44’an.
AFAD’ê têkildarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da. AFAD’ê da zanîn ku piştî erdhejên ku bi pileyên 7,7 û 7,6 li navçeyên Bazarcixê û Elbistanê yên Mereşê çêbûn 4 hezar û 734 erdhejok pêk hatine û di erdhejê de 38 hezar û 44 kesan jiyana xwe ji dest dane.