Damezrînera Komeleya Jinên Welatparêz Melîke Alp di erdhejê de jiyana xwe ji dest da

Parve bike:
AMED - Melîke Alp a damezrînera Komeleya Jinên Welatparêz di bin xirbeyê avahiya Diyar Galeriayê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Amedê beşek Navenda Kar a Diyar Galeria di erdhejê de hilweşiyabû û hê jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li ser xirbeyê avahiyê didomin. Damezrînera Komeleya Jinên Welatparêz û Seroka Komîsyona Jinan a HADEP’ê Melîke Alp jî di bin xirbeyê Diyar Galeriayê de jiyana xwe ji dest da. Duh cenazeyê Alp hat derxistin û rakirin morga nexweşxaneyê. 
 
Komeleya Jinan a Rosayê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal ji bo sersaxiya Melîke Alp peyamek weşand û Komeleyê diyar kir ku ew hevxemên malbata Alp in û ji malbatê û hemû hezkiriyên hevrêya xwe re sersaxiyê dixwazin.