Xwediya Navenda Kargehan a Diyar Galeria’yê hate binçavkirin
- Rojane
- |
- 15 Sibat 2023 14:29
- |
AMED - Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li ser kavilên Navenda Kargehan a Diyar Galeria’yê berdewam in. Xwediya avahî, endezyar û avahîsazê wê li Stenbolê hatin binçavkirin.
Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li ser kavilê Navenda Kargehan a Diyar Galeria’yê ya Amedê berdewam in. Xwediya wê Hasîbe Yildirim, berpirsyarê projeyê avahîsaz Şeref Kesgun û berpirsyarê projeyê endezyarê înşaetê Mûstafa Cevat Arsiz li Stenbolê hatin binçavkirin. Her sê kes jî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatin binçavkirin û biryar hat dayîn ku her sêyan jî bînin Amedê.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê mitehitên ku avahiyên hilweşiyayîn çêkirin de lêpirsîn dabû destpêkirin û bi binçavkirinên dawî re hejmara mitehitên hatine binçavkirin derket 42’yan.