Jina 77 salî piştî 210 saetan bi saxî ji bin kavilan hat derxistin

Parve bike:
SEMSÛR - Li Semsûrê li Taxa Alîtaşê Fatma Gungor a 77 salî piştî 210 saetan bi saxî ji bin kavilên Apartmana Merveyê hat derxistin. 
 
DI roja 9'an a erdhejê de, li Semsûrê li Taxa Alîtaşiyê Fatma Gungor a 77 salî bi saxî ji bin kavilên Apartmana Merveyê hat derxistin. Gungor ku mala wê li qata ewil a apartmana 6 qatî bû, piştî mudaixleya ewil bi ambulansê sewqî nexweşxaneyê hat kirin. 
 
Berat Yucelê 13 salî jî piştî 207 saetan ji bin kavilên Apartmana Merveyê bi saxî hatibû derxistin. 
 
MA / Ahmet Kanbal