Muteahîdên avahiyên hilweşiyayî hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 14 Sibat 2023 21:02
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Muteahîd û endezyarên înşeatê yên 11 avahiyên li Edeneyê hilweşiyan jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.
Li Edeneyê ku bandor ji erdhejên Mereşê girt, 13 avahî hilweşiyan û 418 kes hatin binçavkirin. Piştî erdhejê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi sûcê "birîndarkirin û kuştina bi qesdî" muteahîd, endezyarên înşeatê, rêveberên ji statûkê berpirs jî di nav de 15 kes binçav kirin.