Li Edeneyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin bidawîkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşçî daxuyand ku li Edeneyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatine bidawîkirin û da zanîn ku 34 kes ji bin kavilan hatine derxistin. 
 
Li bajarên ku ji erdhejên li Mereşê çêbûn bi bandor bûn yek bi yek xebatên lêgerîn û xelaskirinê tên bidawîkirin û pêvajoya rakirina kavilan tê destpêkirin. Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşçî, daxuyand ku li Edeneyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatine bidawîkirin. 
 
Kîrîşçî ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da, wiha got: “Li Edeneya me xebatên lêgerîn û xelaskirinê bidawîbûn. Ji kavilan me 34 hemwelatiyên xwe derxistin û 418 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan.”