‘HTŞ nahêle alîkarî bigihijin herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê’

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin koma paramîlîter a bi navê HTŞ’ê nahêle alîkariyên NY’yê ji bo herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê bên şandin ku zêdetirî 3 hezar û 500 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
Di encama erdheja Mereşê de li Sûriyeyê herî kêm 3 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan. Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku alîkariyên însanî bo Sûriyeyê şandine lê koma paramîlîter a girêdayî dewleta tirk a bi navê Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ) nahêle alîkariyê derbasî herêman bibin. 
 
Nûnera Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY’yê (UNHCR) a Sûriyeyê Sivanka Dhanapala diyar kir ku li gelemperiya welêt herî kêm pêdiviya 5 milyon û 370 hezar kesan bi alîariya cihê mayînê heye.