Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Li Meletiyê pêdivî bi sobe û konan heye

Parve bike:

MELETÎ - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê piştevanî û alîkariya xelkê gundan dikin ku tîmên AFAD’ê û alîkariya wê negihîştiyê dikin. Ciwanan got pêdiviya mexdûran bi sobe û konan heye. 

 
Li navenda Meletiyê ji sedî 50’iyê bajêr ji erdhejê xesar dîtiye. Li navçeyên Wêranşar û Arganê yên Meletiyê û li gundan jî ji sedî 80-90 xanî hilweşiyan e. Alîkarî û xebatên lêgerîn û rizgakirinê ya dewletê têr nake û dewlet dereng maye. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji navenda Meletiyê bigire heta gundewaran bi awayek organîzeyî xebatan ji bo mexdûrên erdhejê dike. 
 
Maseya Krîzê ya HDP’a Meletiyê li navenda bajêr 6 embarên alîkariyê ava kir. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku wek dilxwaz dixebitin, alîkariya li embaran berhev bûye ji navendê heta navçeyan û gundan li mexdûran belav dikin. Van dilxwazên HDP’yî hewl didin ku birîna mexdûran bipêçin û bibin alîkar. 
 
3 WELATÎ RIZGAR KIRIN E
 
Endamên Meclisa Ciwanan heta niha 3 kesan ji bin xirbeyan rizgar kirine û 7 cenazeyên welatiyan jî ji bin xirbeyan derxistine. Li hin deveran leşker û AFAD xebatên endamên Meclisa Ciwanan asteng dikin. 
 
PÊDIVIYA SOBE Û KONAN
 
Xebatkarên dilxwaz ên HDP’yî destnîşan dikin ku piştevanî û alîkariya xelkê gundan dikin ku tîmên AFAD’ê û alîkariya wê negihîştiyê dikin û gotin: “Pêdiviya mexdûran bi sobe û konan heye.” 
 
MA / Firat Can Aslan