Wezaret: Di erdhejê de 7 hezar û 584 avahî hilweşiyane û 12 hezar û 617 avahî jî xesar dîtine
- Rojane
- |
- 11 Sibat 2023 19:50
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê daxuyand ku di erdhejê de ku bandor li 10 bajaran kir, 7 hezar û 584 avahî hilweşiyane û 12 hezar û 617 avahî jî xesar dîtine.
Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê aqûbeta avahiyên ku di erdhejên Mereşê de hilweşiyan û xesar dîtin eşkere kir. Wezaretê daxuyan ku di erdhejê de li 10 bajaran 7 hezar û 584 avahî hilweşiyane an jî demildest divê bên xerakirin û 12 hezar û 617 avahiyên pir xesar dîtine hatine tespîtkirin.