Têkildarî avahiyên hilweşiyayî yên li Rihayê 8 kes hatin binçavkirin

Parve bike:
RIHA - Li Rihaya ku ji erdhejên li Mereşê çêbûyî bandor bû, têkildarî avahiyên hatin hilweşandin 8 kes hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve têkildarî 253 avahiyên li Riha û navçeyên wê ji ber erdheja li Mereşê çêbûyî nikarin bên bikaranîn mutehit jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. 
 
Hate diyarkirin ku piştî raporên kesên pispor ên piştî hilweşîna avahiyan hatine amadekirin ev kes hatine binçavkirin.