Odeya Bijîşkan a Edeneyê: Li bajar derdora 500 kesan jiyana xwe ji dest dan

Parve bike:
EDENE - Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Selahattîn Menteş da zanîn ku di encama erdhejê de li Edeneyê nêzî 500 kesan jiyana xwe ji  dest dane û 7 hezar û 500 birîndar jî li nexweşxaneyan tên tedawîkirin. 
 
Di erdhejê de li Edeneyê 12 avahî hilweşiyan. Li navçeyên Çukurova, Seyhan û Sariçamê xesar gihişt gelek avahiyan. Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Selahattîn Menteş da zanîn ku di encama erdhejê de nêzî 500 kesan li Edeneyê jiyana xwe ji dest dane û 7 hezar û 500 kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.