Gelê Amedê bertek nîşan da, Eronat a AKP’î herêm terk kir

Parve bike:

AMED - Parlamentera AKP’ê Oya Eronat li Amedê çû herêma kavilan. Xelkê Amedê bertek nîşan da û Eronat neçar ma ku herêmê biterikîne.

Parlamentera AKP’ê Oya Eronat, li Amedê çû ser kavilên Apartmana Sozel a li Semta Ofîsê ya Yenîşehîr a Amedê. Xelkê Amedê bertek nîşan dan û xwestin Eronat ji wir biçe. Xelkê pirsa “Hûn çima hatin vê derê?” ji Eronat kir. Bi zêdebûna bertekan, Eronat neçar ma ku herêmê biterikîne.