DER-MEZ’ê kampanyaya piştgiriyê ya psîko-sosyal da destpêkirin
- Rojane
- |
- 10 Sibat 2023 16:02
- |
STENBOL - Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê kampanyaya psîko-sosyal ku dê ji ber erdhejê bi çar zimanan bide welatiyan da destpêkirin.
Înîsiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) ji bo mexdûrên erdhejê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî, bi tirkî û erebî kampanyaya piştgiriyê ya psîko-sosyal da destpêkirin. DER-MEZ a bi 3 zimanan kampanyaya psîko-sosyal da destpêkirin bang li saziyên sivîl ên civakî û psîkologan kir ku di bin banê koordînasyonê de xizmetê bidin.